Rewangeha Sûrî: 40 ton zêr di destê DAIŞê ye

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan radigihîne, 40 ton zêr di destê DAIŞê de ne û dê bikevin destê Hevpeymaniya Navdewletî û HSD.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan radigihîne, 40 ton zêr di destê DAIŞê de ne û dê bikevin destê Hevpeymaniya Navdewletî û HSD.

Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji kenala “Arabia” re ragihand ku, niha 40 ton zêr li cem DAIŞê hene, ew zêr ji Iraq, Sûriyê û navçeyên di bin destê wê de hatine dizîn.

Ramî Ebdulrehman da zanîn ku, serwet û samanên DAIŞê bi qasî ya hin welatan e û metirsî ew ev saman bikeve destê Hevpeymaniya Navnetewî û HSD û negehe gelê Iraq û Sûriyê.

Amaje bi wê kir jî, sedema tundnekirina topbarana li ser dawî navnendên DAIŞê ne tenê ku Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze hin serkirdeyên DAIŞê bigire, belkû dixwaze zêr û samanên di destê DAIŞ de hene neyin wêrankirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê DAIŞ di rûbereke teng de li başûrê rojhilatê Dêrazorê dorpêç kiriye û tê çaverêkirin di çend rojên bê de, dawî devera di destê DAIŞê de kontrol bikin.

 

S. B