Perlemana Kurdistanê yasayeke taybet bi xwe diderxîne

Perlemana Kurdistanê yasayeke taybet bi xwe amade dike û li gor wê yasayê karê paerlemantarîyê dihêt dîyarkirin û imtîyazat û xanenişînîya perlemantaran jî careke din dihêt rêkxsitin.

K24- Hewlêr

Perlemana Kurdistanê yasayeke taybet  bi xwe amade dike û li gor wê yasayê karê paerlemantarîyê dihêt dîyarkirin û imtîyazat û xanenişînîya perlemantaran jî careke din dihêt rêkxsitin.

Ev pêşnîyaz a yasayî ji alîyê serokatîya Perlemanê ve hatîye amadekirin û di demeke nêzîk de radstê komîteya yasayî û firakisyonan dê bihêt kirin.

Li ser evê yasayê, Zîyad Cebar, perlemantrê Yekêtî ya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) dibêje: Divê wek tevaya sazîyan, perlemana Kurdistanê jî yasaya taybeta bi xwe hebe.

Ji alîyê xwe ve jî, Celal Mehemed Emîn, biryarderê komîteya yasayî di perlemana Kurdistanê de, danana wê yasayê bi giring dizane ku bargiranîyê li ser hikumetê kêm dike.

Tekez jî kir xanenişînîya perlemantaran di piroje yasaya çaksazîyê de dê bihêt destnîşankirin neku di vê yasayê de.

Naveroka pêşnîyaza yasayê nehatîye aşkerakirin, lê nerînên cuda hene li ser wê pêşnîyazê. Piranîya firakisyonan li gel wê yekê  ne perleman yasa ya taybet bi xwe hebe, ku cihê peyrewa navxwe vegire. Derbarê imtîyazatan jî , ka erê mûçeyên perlemantaran û xanenişînî û imtîyazatên wan çîwane ş çend dibe,  heya niha nehatîye aşkerakirin.