Serok Barzanî: Hunermend Enwer Şêxanî hunermendekî niştimanperwer bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo koça dawiyê ya Hunermend Enwer Şêxanî, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir û Enwer Şêxanî bi hunermendekî niştimanperwer binav kir.
Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi mixabin mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê niştimanperwer û naskirî yê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî gihîşt me, jidestdana hunermendê xweşewîst ji her aliyekî re ziyaneke mezin e.”
Bi vê boneya xemnak, serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Enwer Şêxanî û hemû rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedêyê mezin daxwazkar im xwedêjêrazî bi bihuşta perîn de şand bike û sebr û aramiyê bi her kesî bibexşîne.”
Îro Hunermend û şanogerê bajarê Hewlêrê Enwer Şêxanî koça dawiyê kiribû.
Enwer Şêxanî jidayikbûna sala 1951an e û ji sala 1971an ve karê hunerî kir. Ewner Şêxanî wek ekter, rêvebirê berhem û derhêner, beşdarî di zêdetir ji 60 karên hunerî û şanogerî de kiriye.
Enwer Şêxanî jidayikbûna sala 1951an e û ji sala 1971an ve karê hunerî kir.
Piştî 5 salan ji karê di nava rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de, di Newroza 1973an de bi tometa siyasî hat girtin.
Piştre Enwer Şêxanî ji zîndanê direve û pêwendiyê bi Hêza Deşta Hewlêrê dike û dibe Pêşmerge.
Di sala 1976an de bi riya helbijartinê dibe rêveberê hunera Komel û Huner û Wêjeya Kurd li Malbenda Giştî. Damezrênerê Komela Hunermendên Kurdistan/Hewlêr di 31. 3. 1991an de bû. Endamê Desteya Damezrêner a Televizyona (KTV) di sala 1992an de bû.
Herwiha endamê Desteya Damezrêner a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê bû û 4 salan jî wek Sekreterê Giştî jî hatibû hilbijartin.
S. B