Ocalan: Kurd û Tirk bêyî hevûdu nabin!

Rêberê PKKyê herwiha amaje dike, ko Tirk û Kurd beyî hev nikarin bijîn. Kurd bêtirk, Tirk jî bêkurd nikarin hebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan radigihîne: Siyaseta derve û navxwe ya Tirkiye û Suriye girêdayê hev in û ji hev cûda nabin.

Ocalan vê hefteyê jî digel parêzerên xwe li ser pirsa Suriyê axifî û ji bo çareseriyê pêşniyara demokrasiya xwecihî kir. Lê divê demokrasiya xwecihî di yasaya bingehîn de were mîsogerkirin. Ligor Ocalan siyaseta derve û navxwe ya Suriyê girêdayî hev in û ji hev cûda nabe.

Rêberê PKKyê herwiha amaje dike, ko Tirk û Kurd beyî hev nikarin bijîn. Kurd bêtirk, Tirk jî bêkurd nikarin hebin. Yekbûna Kurd û Tirkan dê ji bo xelkên Rojhilata Navîn riya jiyaneke demokratîk û aşitiyane veke.

Hevdîtina Ocalan û parêzerên wî 2 roj berê çêbû bû.

 

 

C.B