Kurdek bû Serokê Şaredariya navçeyeke Londonê

Ibrahîn Doguş Kurdekî Bakurê Kurdistanê û demek e li Brîtanyayê dimîne, bû Serokê Şaredariya navçeya Lambeth a Londonê.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ibrahîn Doguş Kurdekî Bakurê Kurdistanê û demek e li Brîtanyayê dimîne, bû Serokê Şaredariya navçeya Lambeth a Londonê.

Ibrahim Doguş di hevdîtinekê ligel K24ê de got: Lambeth navçeyeke girîng a Londonê ye û cara yekem Kurd dibe Serokê Şaredariya Lambeth, lê ji bo pêşketina doza gelê Kurd li Brîtanyayê, ev yek gelekî girîng e û em Kurd dixwazin di nava Brîtanyayê de cihekî baş bigirin.

Got jî: “Ez ji zêdetir 20 salan di nava Partiya Karkeran de xebat dikim, Partiya Karkeran partiya duyemîn a Birîtanayê yê û dostê Kurdan. Kurdên Brîtanyayê bi piranî piştgîriyê didin Partiya Karkeran. Îro Şaredariya Lambeth di bin kontrola Partiya Karkeran de ye.”

Da zanîn jî, îro merasîma radestkirina Şaredariyê birêve diçe û di merasîmê de parlemanterên Lambeth, nûnerê Koşka Şahîtiyê, Serokê Polîs û Serokê Artêşê yê beşê Lambeth, serokên berê yên Şaredariya Lambeth û Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê yên li Lambeth dimînin, amade dibin.

Li ser plana xwe ya di pêşerojê de Ibrahîm Doguş got: “Ez xebata xwe di nava Partiya Kerkeran de zêde dimeşînim, heger hilbijartineke çê bibe, ez bawer im ezê bikevim Parlemantoya Brîtanî jî, lê armanca me niha ew e ku em jiyana xelkê Lambeth bipêş bixin.”

Amaje bi wê yekê jî kir, her roj hejmara Kurdan li Brîtanyayê zêdetir dibe, bandora Brîtanya ya dîrokî li ser Rojhilata Navîn û her çar perçeyên Kurdistanê heye, armanca wan ew e ku dostaniyê di navbera gelê Brîtanî û Kurd de zêdetir çê bibe.   

Ibrahîm Doguş Şêwirmendê Partiya Karkeran di Encûmena Şaredariya Lambeth de bû, Damezrênerê Navenda Lêkolînên  Ramyarî li Tirkiyê û Damezrênerê Navenda Lêkolînên Pêşverû a Kurdî li Brîtanyayê ye.

Ibrahîm Doguş sala bûrî û di dema êrîşa teroristî ya li pira Westminsterê ya li Londonê de dikana xwe ji efserên polîsan re vekirî hîştibû û xelatek ji ber wêrekî û hevkariya wî bi efserên polîsan re wergirt.

 

S. B