Sube şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî digehe Bexdayê

Biryare sube şandeke Herêma Kurdistanê, bi serokatîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê serdana bajarê Bexdayê bike û li gel her sê serokatî yên Îraqê bicive.

K24- Hewlêr

Biryare sube şandeke Herêma Kurdistanê, bi serokatîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê serdana bajarê Bexdayê bike û li gel her sê serokatî yên Îraqê bicive.

Nûçegihanê Kurdistanê 24 ragehand: Ew şand bi serokatîya Mesrûr Barzanî dibe û bi pişikdarîya Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê, Rêber Ehmed wezîrê navxwe û hijmareka wezîrên kabîne ya nû hikumeta Herêma Kurdistanê.

Got jî: Ew şand serdan her yek ji Berhem Salih, serokê Komara Îraqê, Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwêneran û Adil Ebdulmehdî serok wezîrên Îraqê dê bike.

Xuya jî kir, ku ew şand bi mebesta nîşandan û derbirîna nîyaz pakijîya Herêma Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdan Bexdayê dike û serdaneka dostane dibe.

Amaje bi wê yekê jî ku li roja 10ê Tîrmehê, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandina xîçên giştî ya karnameya hikumeta xwe de ragehandibû ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê ji karê berahîyê be û xal a giring a karnameyê dibe.