Tiramp sizayên nû bi ser Îranê re disepîne

Donald Tiramp, serokê Emrîkayê fermaneka cibickirinê wajû kir û têde siza bi ser rêberê Îranê û çend berpirsekên wî welatî de sepand. Piştî hêrişên Îranê bo ser gemîyên petrolê û êxistina firokeya bê firokevana Emerîkayî, Tiramp sizayên tund bi ser Îranê sepand û dibîje: Heya Îran waz ji piştîvanîya terorê xeweşkirina agirê şer nehîne li welatên din givaş bo ser wî welatî berdewam dibin.

K24 - Hewlêr

Tiramp berî wezjûkirina wê fermanê got: Di çend xulekên dahtî de fermaneka cibicîkirinê dê wajû bikim û sizayên tund bi ser rêberê Îranê û ofîsa rêberê Îranê û gelekên din dê sepînim. Ev pêngav piştî wan karên têkderên Îranê dihêt ji wan jî êxidtina firokeya bê firokevanê Emerîkayî .

Herweha got rêberê Îranê ew kese ku berpirse ji karên xirab û şerkaraneya rijêmê. Ofîsa wî jî çavdêrî û serperiştîya supayê pasdaran dike .

Got jî: Ew siza rê li wan digire ku êdî destên wan negeh çavkanîyên darayîyê. Darayî ya Ayetûllah Xameneyî û ofîsa wî ji derveyê evan sizayan nîn. Em berdewam dibîn li ser givaşan bo ser Îranê heya wê demê ku rijêma Îranê waz bihîne ji çalakîyên xirab û têkder, destwerdan ji welatên din, berhemanîna çekê etom û Yornayêmê, pirograma Mûşekên Balistî û pişikdarî, piştîvanîya terorê xweşkirina agirê milmilnê yên derve û gefên wê li ser Emerîkayê û Hevpeyman givaşên tund dê berdewam bin.