Sedema şerê di navbera YBŞ û Heşda Şeibî aşkere dibe

Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqî daxuyaniyeke nû derbarê derketina şerê di navbera Heşda Şeibî û PKKê de li navçeya Hesawîkê ya Şingalê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqî daxuyaniyeke nû derbarê derketina şerê di navbera Heşda Şeibî û PKKê de li navçeya Hesawîkê ya Şingalê belav kir.

Daxuyaniya Fermandariya Operasyona Hevbeş bi riya Şaneya Ragihandinê re behsa sedema sereke ya şer dike û dide zanîn, şeva bûrî 4 kes ji nava xaka Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) xwastine di navçeya Hesawîkê re derbasî Iraqê (Başûrê Kurdistanê) bibin û ji aliyê hêzên Firqeya 15 a Heşda Şeibî ve rêgirî li wan hatin kirin û dorpêç kirin.

Li gor daxuyaniyê, piştî demekê hêzeke Yekîneya Berxwedana Şingalê (YBŞ, ser bi PKKê ve ye) gihîşt wî cihî û daxwaz kir rê bi wan 4 kesan radestî wan bikin.

Lê ev daxwaza YBŞê bû cihê aloziyê û şer di navbera wan de derket û di encamê de 2 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 endamên YBŞê birîndar bûn.

Ev daxuyaniya Fermandariya Operasyona Hevbeş di demekê de ye, şeva bûrî di Şaneya ragihandinê ya şer ya Iraqê di daxuyaniyê de ragihand, hêzeke PKKê çû rêbendeke Fermandariya Operasyonên Neynewa li navçeya Tirbeke ya li Şingalê û daxwaz di navbera sînorê Rojava û Başûrê derbas çûnûhatinê bikin. Lê wan rê nade wê hêza PKKê û di encamê de şer derket.

Her çi daxuyaniya îro ya wê şaneyê bi awayekî cuda behsa sedema wê bûyerê dike, heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê YBŞê ve nehatiye belavkirin.

 

S. B