Ebdulemhdî: Bi Mesrûr Barzanî re li ser çareserkirina destûrî ya pirsgirêkan lihev kir

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî aşkere kir, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re lihev kirin ku pirsgirêkan li gor destûrê çareser bikin û her du aliyan niyazpakiya xwe nîşan daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî aşkere kir, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re lihev kirin ku pirsgirêkan li gor destûrê çareser bikin û her du aliyan niyazpakiya xwe nîşan daye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di konferansa rojnamevanî ya heftane de ragihand, di civîna bi Mesûr Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê de, her du aliyan bi aşkere behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Amaje bi wê jî kir, her du alî dixwazin pirsgirêk  bêne çareserkirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî daxwaza wî ya rastgoyî heye, bo çareserkirina pirsgirêkan û giyanê hevkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe.

Li gor zanyariyên K24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li ser pêkanîna çend komîteyên teknîkî ji bo diyarkirina tevahiya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çawaniya çareserkirina wan lihev kirine.

Kurdistan24 bi piştbestin bi çendîn jêderên nêzîk ji civînên şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê, çend zanyariyên civîna Mesrûr Barzanî û Adil Ebdulmehdî belav dike.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Mesrûr Barzanî ji bilî spasiya Adil Ebdulmehdî, jê re got, ew wek dostekî Kurdistanê hêviyan wan gelekî heye ku tevahiya pirsgirêkên bêçare mane, bêne çareserkirin.

Herwiha piştevaniya Herêma Kurdistanê jî ji Adil Ebdulmehdî û kabîneya wî re tekez kir û hêvî xwast tevahiya pirsgirêkan li gor destûra Iraqê bêne çareserkirin.

Mesrûr Barzanî ragihand jî, Herêma Kurdistanê dixwaze beşdareke wê ya rasteqîne di Iraqê de hebe û erk û mafên Herêma Kurdistanê li gor destûrê bên diyarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdagîrî jî kir, ku ji bilî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, daxwaza tiştekî zêdetir nakin. Tekez kir jî, ew ti carî ji mafekî destûrî yê xelkê Kurdistanê bi paş ve nakişin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê jî, Adil Ebdulmedî ji bilî pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo pêkanîna kanîneya nû kir, spasiya şanda Herêma Kurdistanê kir, ku wek diyarkirina niyazpakiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê kiriye.

Herwiha Adil Ebdulmehdî amaje bi rola Herêma Kurdisanê ya pêşwazîkirina koçberên navçe û bajarên Iraqê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê û Iraq bi hev re ev welatî piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên ava kirine û mukir hark u pirsgirêkên curbicur di navbera wan de hene û divê bêne çareserkirin.

Abdulmehdî got jî, ya girîng ew e niyazpakî bo çareserkirina pirsgirêkan heye, ji ber wê jî pêşniyaz kiriye ku her du alî bi awayekî cuda reşnivîsekê amade bikin ji bo diyarkirina pirsgirêkan û dîtina çareseriyên guncaw li gor destûra Iraqê.

Her du alî lihev kirin, piştî amadekirina reşnivîsa pirsgirêkên Hewlêr û bexdayê û diyarkirina çareseriyan, di demeke nêzîk de komîteyên teknîkî yên taybetmend yên her du aliyan bicivin û biryarê li ser çareseriya tevahiya pirsgirêkan li gor destûrê bidin.

 

S. B