Nûtirîn daxuyaniya Trump derbarê êrîşên Tirkiyê de

Di nûtirîn daxuyaniya xwe derbarê Sûriyê de, Serokê Amerîka Donald Trump di gotareke camewerî de li Washingtonê got: Parastina sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de, ne ji erkê leşkerên Amerîkî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di nûtirîn daxuyaniya xwe derbarê Sûriyê de, Serokê Amerîka Donald Trump di gotareke camewerî de li Washingtonê got: Parastina sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de, ne ji erkê leşkerên Amerîkî ye.

Serokê Amerîka Donald Trump got: Bawer nakim ku divê leşkerên me 50 salên din sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de biparêzin, di demekê de em nikarin sînorê xwe biparêzin.

Trump dibêje: “Niha li wir herêmek bi sînorê Tirkiyê re heye, kûrahiya wê 30 K.M e (wek nîşanekê ji herêma ewle) re, Kurd jê vedikişin, ev jî baş e.

Amaje bi wê kir: “Me DAIŞê şikand û divê em vegerin welatê xwe. Dihat pêşbînîkirin, em 30 rojî li Sûriyê bimînin, lê 10 salan dirêj kir. Ev şer bidawî nabe û divê em leşkerên xwe vegerînin welatê xwe.”

Tekez kir jî, heger Tirkiye pabend nebû û pêkhateyên navçeyê neparast, Washington dê sizayên giran li ser wê bisepîne.

Lê berûvajî Trump, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka yê berê James Mattis bi kenala «NBC” a Amerîkî re ragihand, vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê Sûriyê bi encama operasyona Tirkiyê, tekez dê rê li pêş dubare derketina DAIŞê veke.

 

S. B