HDP ji bo rêzeçalakiyan nexşerêyeke nû nîqaş dike

Partiya Demokratîk a Gelan HDP û hevgirtiyên HDP'ê, ji bo serbestberdana Selahedîn Demîrtaş çalakiyên rojane li dar dixin. Li gor agahiyên ku ji rêveberên HDP'ê hatine girtin, dê di rojên pêş de çalakiyên berfirehtir werin kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP û hevgirtiyên HDP'ê, ji bo serbestberdana Selahedîn Demîrtaş çalakiyên rojane li dar dixin. Li gor agahiyên ku ji rêveberên HDP'ê hatine girtin, dê di rojên pêş de çalakiyên berfirehtir werin kirin. Partiya Komunîst a Kurdistanê KKP jî biryar da ku di nav çalakiyên ji bo azadkirina Demîrtaş û siyasetmedarên zindanîkirî de cih bigire.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), biryara dadgehên Tirkiyeyê ya di derbarê cezakirina Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û siyasetmedarên zindanîkirî de dijyasayî dinirxîne û dixwaze dadgehên Tirkiyeyê pabendî biryarên dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bimîne. Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk got; heta Demîrtaş û rêhevalên wan werin azadkirin, ew ê li qadan çalakiyên demokratîk bikin.

Berdan Ozturk ji K24ê re wiha axivî: "Di kîjan qadê dibe bila bibe, bi çi şêwazê be bila bibe em ê bertekên xwe nîşan bidin. Pêwîst e gelê me jî hêza xwe ya demokratîk nîşan bide. Bernameyên me hene, em ê di rojên pêş de aşkere bikin. Em bêdeng namînin, em ne neçar in."

Partiyên Kurdistanî jî bi belavok û daxuyaniyan daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş û siyasetmedarên girtî dikin û dixwazin siyasemedar di parlementoyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin. Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), bi HDP'ê re di nav tifaqê de ye. Li gorî daxuyaniyên Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek;  pêwîst e ku Kurd li dijî biryarên siyasî derkevin qadan û bi xwepêşandanan vê dijberiya xwe nîşan bidin.

Sînan Çîftyurek got: "Pêwîst e ku hemû partî û rêxistinên Kurdan bê merc mil bidin çalakiyên HDP'ê. Divê li hember siyaseta li ser Kurdan yekitiyeke were avakirin û çalakiyên HDP'ê werin piştgirîkirin. Divê em derkevin kuçe û kolanan û em daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî bikin."

Li gorî nirxandinên rayedarên HDP'ê; biryarên dadgehên Tirkiyeyê ne hiqûqî ne; siyasî ne û ev biryar li dijî Kurdan tên dayîn. Rayedarên HDP'ê û Partiyên Kurdistanî, amaje dikin ku armanca girtin û cezakirina siyasetmedarên Kurd, astengiyên li pêşiya xebatên hilbijartinan ên HDP'ê ne. Ji aliyê din ve jî HDP'ê ji bo azadkirina siyastmedaran û destpêkirina hevdîtinên bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re heta niha bijardeyên wekî greva birçîbûnê û daxuyaniyên rojnamegerî tercîh kir lê hîn tu encamek ji van çalakiyan negirtiye. Çalakiyên nû dê çi bin, dê HDP di qada navneteweyî û navdewletî de çi bike, ew hîn ne diyar e.