Mîlîşyayên Tirkiyê 16 kesan ji gundekî Til Temirê direvînin

Mîlîşyayên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 16 welatiyên sivîl ji gundên Til Temirê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîlîşyayên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 16 welatiyên sivîl ji gundên Til Temirê revandin.

Jêderekî jî HSDê ragihand, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve êrîşî ser gundên Til Temirê kirin û 16 welatî ji gundê Erîşe ku di nava wan de jin û zarok hene û niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Bajarokê Til Temirê 35 K.M li başûrê rojavayê Serê Kaniyê li ser riya navdewletî M4 e, pêştir jî Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihandibû, bajarokê Til Temirê derveyî herêma operasyona wan e.

HSD çend car in radigihîne, tevî rêkeftina agirbestê li Rojavayê Kurdistanê heye, lê heta niha artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên wê bi agirbestê pabend nabin û êrîşî ser gundan dikin.

 

S. B