Hêla Firokevanîya Birîtanîyayê tevaya geştên xwe bo Çînê ragirt

Hêla Firokevanîya Birîtanîyayê (Birtish Airways) hemû geştên xwe bo Çînê ragirtin bi sedema belavbûna Vayrosa Korona.

K24- Hewlêr

Hêla Firokevanîya Birîtanîyayê (Birtish Airways) hemû geştên xwe bo Çînê ragirtin bi sedema belavbûna Vayrosa Korona.

 Ev gava hêlêa firokevanîya Birtanîyayê piştî wê yekê dihêt, ku hikuemeta Birîtanîyayê hoşdarîyên tund belav kirîye derbarê geştkirinê bo Çînê.

Di niha de, ewê kompanîyayê bo evê mehê û meha dahatî jî ti geşt bo Çînê nîne û di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, tenduristîya karmendên me ji her tişt giringtire.

Heya niha 132 kes bi sedema Vayrosa Korona ya Nû canê xwe ji dest dane û 57 kes jî tûşî wê nexweşîyê bûne.