Li Îraqê roja derkevtina fetwaya pêkanîna Heşda Şeibî bû boneyeka nîştîmanî

Di danîştina evro de ya civata Nêwênerên Îraqê de salroja derkevtina fetwaya Elî Sîstanî bo damezrandina Heşda Şeibî wek roja Nîştîmanî hat pesidn kirin.

K24- Hewlêr

Di danîştina evro de ya civata Nêwênerên Îraqê de salroja derkevtina fetwaya Elî Sîstanî bo damezrandina Heşda Şeibî wek roja Nîştîmanî hat pesidn kirin.

Li roja 13yê Xizîranê 2014yê, Elî Sîstanî, Meceê pişkek ji Şîeyan ji Îraqê fetwaya (Cîhada Kefayî) derxist û li gor wê fetwayê bi dehan hezar kesan navên xwe nivîsandin bo damezrandina Heşda Şeibî.

Di biryara Civata Nwêneran de hatîye: li ser rasparteya Civata Wezîran, roja 13yê Xizîrana her sal dibe boneyeka niştîmanî bi egera derkevtina fetwaya Cîhada Kefayî û damezrandina Heşda Şeibî bo berengabûna rêkxistîya Daişê.