Pêşengeh.. "Her mirov bi rîşeyên xwe ve li ser piya dimîne"

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê pêşangeheke cîhêreng hate sazkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere  

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê pêşangeheke cîhêreng hate sazkirin. Di resmên pêşangehê de bi rêya rîşeyan jiyan hatiye teswîrkirin û armanca hunermendan jî ew e dixwazin bibêjin ku hemû tişt di jiyanê de bi rîşeyên xwe li ser piyan dimînin û divê mirov li rîşeyên xwe, çanda xwe û dîroka xwe xwedî derkevin.

Di jiyanê de her tişt bi rîşeyên xwe li ser piyan dimînin. Wekî hemû tiştan mirov jî bi rayên xwe ve heye û dîroka mirovahiyê jî yek nikare beyî vê yekê bifikire. Bê çawa darek pêşî rîşeyên xwe berdide binê erdê û bi hêza rîşeya xwe bilind dibe mirov jî heman şêweyî hêza xwe, çanda xwe, kevneşopiyên xwe ji rîşeya xwe, ji dîroka xwe distîne û mezin dibe. Di vê pêşangeha ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hate lidarxistin de hunermendan di resmên xwe têkiliya jiyan û rîşeyan raxistine ber çavan.

Berpirsa Pêşangehê Turkan Ulaş li ser vê pêşangehê ji K24ê re got: “Bi rastî resmên di pêşangeha me de gelekî bi qedr û qîmet in. Her yek ji van resman rîşeyên me, dîroka me, rabirdûya me nîşan dide. Çanda me, zimanê me, hebûna me, kevneşopiyên me hemû bi rîşeyên me li ser piyan dimînin û birastî jî em hêz û qeweta xwe ji van rîşeyên xwe yên berfireh digrin. Me jî xwest em vê têkiliya rîşe-jiyan û civakê bi resmên xwe nîşan bidin. Hevî dikim gelek kes werin serdanê bikin û van resmên watedar û cihêreng bibînin."

Herwiha di hin resman de jî behsa xwezayê tê kirin ku ji rabirdûyê û vir ve mirov her xwezayê wêran dikin û tê gotin çiqas xweza were talankirin mirov jî ewqas ji rîşeyên xwe dûr dikeve.

Hunermend Abîdîn Celal Bînzet dibêje: “Li vir her çiqas di van resman de îkonên daran hebin jî ya esil ew e ku bi rêya van îkonan hebûna me û zirar dayîna me ya xwezayê hatiye teswîrkirin. Her rîşeyek çavkaniyeke ji civak, herêm û jiyana mirovan e. Dema em wisa dinêrin îro li her deverî zirara herî mezin mirov dide cîh û xwezaya xwe û bi vê zirardayînê re jî ji civak, ziman û keloporên xwe her dûr dikeve. Dema mirov baş bala xwe bide van xêzkirinên ser tualan her tişt berbiçav e û xuya dike ku her rîşek parçeyekî jiyana me ye.”

Hunermend amaje pê dikin ku divê mirov li rîşeên xwe xwedî derkeve û wan biparêze. Herwiha dê ev pêşangeh heta 25ê Cotmehê ji bo serdêran vekirî bê.