PDK: Serokatiya herêma Kurdistanê tê bikar xistin

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê radighîne, Serokatiya herêma Kurdistanê tê bikar xistin û nabe her li bendê bin

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê radighîne, Serokatiya herêma Kurdistanê tê bikar xistin û nabe her li bendê bin

Peyvdarê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de bo malpera Partiya xwe ragehand, Serokatiya herêmê tê bikar xistin û piştre ligel aliyan di nivîsandina Destûra Herêmê de yasa guhertin tê de tê kirin. Dibêje jî, hewl didin civîneke din encam bidin, ku Kabîneya Nû zûtir pêk bê.

Mehmûd Mihemed ragehand jî, ku Serokatiya herêmê tê bikar xistin, hevdem Serokê herêmê tê hilbijartin. Piştre ew cawaziya di nerîn û dîtinên partî û aliyên din liser yasaya serokatiyê heye, bi hevre, bi hemû aliyan re dixin dema nivîsandina Destûra herêma Kurdistanê. Li wir desthilat û awayê hilbijartina Serokê herêmê gotûbêj dikin û tê diyar kirin, ku Serok çawa dê hilbijartin û desthilatên wî çi dibin.

Serbarê bi awayê rêkeftina wan liser rewşa Kerkûkê ligel Yekîtî, Mehmûd Mihemed diyar kir, ku ew pirs di destê cenabê Serok Barzanî û cîgirê sekreterê Yekîtî de ye, tevî babeta Bexdayê jî.

 

 

 

C.B