Serok Barzanî: PDK bi diruşm û kar pêşeng e

Serok Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa ên gelê me de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa ên gelê me de ye.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedê yê Bexşinde û Mîhrîban

Bi boneya 16ê Tebaxê, 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî hemû kadro, endam û alîgirên PDK dikim. Herwiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa ên gelê me de ye û ji bo serfirazî û azadiya gelê me de hevşan bi hêzên têkoşer û niştimanperwer ên din ên Kurdistanê re qurbaniyên mezin dane.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi siyaseteke rast û durist û bi aşkere xebat kiriye û armanca xwe ya stratejî destnîşan kiriye û ta îro jî bi peyrewkirin li rêbaza Barzanî wek riya rast a Kurdatiyê bi diruşm û kirdarî pêşeng e.

Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim careke din spasiyê li xweragirî û kolnedana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we, sermiyana bêdawî ya PDKê ye û hêza zêdetir dide me û hewl û têkoşîma me ji bo dabînkirina dahatûyeke geştir ji gelê me re bihêztir dike.

 

S. B