Referendûm pêwîstiyek e!

Şêwirmendê Serokê herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, ku beşdarî di panela “Lêgerîna Serxwebûnê ya Kurdistanê” de kirî, liser referendûma serxwebûna Kurdistanê daxûyaniyên girîng ragihandin raya giştî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, ku beşdarî di panela “Lêgerîna Serxwebûnê ya Kurdistanê” de kirî, liser referendûma serxwebûna Kurdistanê daxûyaniyên girîng ragihandin raya giştî.

Hewramî, di panela ku ji alî Weqfa Lêkolînên Aborî, Civatî û Siyasî (SETA) ve hatî lidarxistin de got ku: Kurdistan di proseya diyarkirina vîn û iradeya xwe de ye û bizava serxwebûnê ne ku ji nişkê ve hatiye rojevê. Gav jî, qet bi paşve nayête avêtin.

Hewramî diyar kir ku, Proseya referendûmê proseyek demokratîk e û gel dê liser pêşeroja xwe biryara xwe bide, iradeya xwe destnîşan bike. Ne em siyasetmedar biryarê didin, em ji Milletê Kurd dipirsin: Hûn çi dixwazin? Mafê cîhanê ye jî bizanibe, Kurd çi dixwazin? Alîkariya me ligel Iraqê dû di pêşerojê de jî berdewam be.