Hêmin Hewramî: Rêkeftin bibe nebe, Parlemanto dicive

Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Hêmin Hewramî ragihand, xalên hevbeş di navbera firaksiyonan gelek in ji bo roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Hêmin Hewramî ragihand, xalên hevbeş di navbera firaksiyonan gelek in ji bo roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê bicive.

Îro serokên firaksiyonên Palemantoya Kurdistanê civiyan, piştî civînê jî Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de û kandîdê partiya xwe bo posta Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemantoyê Hêmin Hewramî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Parlemantoya Kurdistanê roja Duşemê 18ê vê mehê berî nîvro dicive û firaksiyon çaverêyî biryara polîtburoyên partiyên xwe ne. Sibe PDK û YNKê civîneke girîng dikin û her divê rêk bikevin, ji ber ku divê rêk bikevin  û dawî li vê rewşê bînin.

Amaje bi wê jî kir, Posta Serokê Parlemantoyê ji YNKê re ye û çaverê ne ku ew kandîdê xwe diyar bike û Parlemanto dest bi karê xwe bike.

Berî civîna serokên firaksiyonan jî, Serokê Firaksiyona PDKê Hêmin Hewramî dilniyabûn da xelkê Kurdistanê, ku PDK û YNKê ji bilî rêkeftinê ti bijardeyên din li pêş wan nîn e.

 

S. B