CHP li Diyarbekrê civiya –bi HDP re tifaq li rê ye?

Parlementer û rêveberên Partiya Komarî ya Gel CHP'ê, ji bo nirxandina amadekariyên Hilbijartinên Herêmî, li Diyarbekirê li hev civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementer û rêveberên Partiya Komarî ya Gel CHP'ê, ji bo nirxandina amadekariyên Hilbijartinên Herêmî, li Diyarbekirê li hev civiyan.

Digel alîkarên Serokê Giştî yên CHP'ê Velî Agbaba û Oguz Kaan Salici; parlementerên CHP'ê û serokên rêxistinên bajar û navçeyên partiyê li hev civiyan. Siyasetmedarên CHP'ê da zanîn ku ji bo li bajarên bakûr bi ser bikevin, dê xebatan bidin destpêkirin û dê bi namzedên bi hêz tevlî Hilbijartinên Herêmî bibin. Ji bo hegera tifaqa bi HDP'ê re jî hat diyarkirin ku bingeha zagonî tuneye; encax pêvajoya hilbijartinê pêşveçûnên tifaqê diyar bikin.

Bi armanca destpêka amadekariyên Hilbijartinên herêmî, ji aliyê siyasetmedarên CHP'ê ve li Diyarbekirê civîneke dorfireh hat lidarxistin. Axaftina vekirinê ku ji aliyê Serokê CHP'a Diyarbekirê Mehmet Sayin ve hat kirin; bi nirxandinên Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Oguz Kaan Salici dewam kir. Di nav beşdaran de Seroka Giştî ya Baskên Jinên CHP'ê Fatma Kose jî cihê xwe girt. Fatma Kose da zanîn ku di xebatên herêmê de daxwaza namzediya jinan gelek zêde ye û daxwaza wan jî ew e ku nûnertiya jinan di vê hilbijartinê de zêdetir derkeve pêş.

Fatma KOSE- Seroka Giştî ya Baskê Jinên CHP'ê anî ziman:

"Ger ku li vî bajarî nîvê jiyanê ji jinan pêk tê, divê ji %50 jî nûnertiya jinan hebe. Xebatên me bi gelemperî li ser vê rêbazê tên meşandin. Lê dema em ji aliyê gelemperiya herêmê ve binirxînin; divê namzedên ku bikaribin rêveberiyeke baş bikin, bên derxistin. Armanca vê civînê jî ew e ku em di vî warî de encameke baş bi dest bixin."

Ji bo civîna Hilbijartinên Herêmî; ji bilî rêveber û parlementerên CHP'ê, serokên şaxên 15 bajarên bakûr, serokên navçeyan, serokên şaxên baskên jinan û baskên ciwanan ên herêmê beşdarî kir. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû jî da zanîn ku ew ê ji bo serkeftina li herêmê xebatên xwe zêde bikin û hegera tifaqa bi HDP'ê re jî wiha nirxand.

Sezgîn TANRIKÛLÛ-Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê diyarkir:

"Ji bo Hilbijartinên Herêmî, bingeheke zagonî tuneye ku, tifaq werin kirin. Lê em neçar in ku, li her dera Tirkiyeyê bi aktoren herî baş derkevin pêşberî gelê xwe. Li her bajar û navçeyan dê rêxistinên me hewil bidin ku dorhêla xwe fireh bikin. Ji ber vê yekê jî em ji niha ve nikarin bibêjin ku em ê bi filan namzedan derkevin an em ê bi namzedê filan partiyê re tevbigerin. Ango encax pêvajoya li pêşiya me vê bingehê zelal bike."

Civîna ku giraniya wê li ser başdariya rêveberên CHP'ê yên bakûr hat lidarxistin; piştî axaftinên vekirinê ji çapemeniyê re girtî hat dewamkirin. Li gorî ragihandina rayedarên CHP'ê, ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an xebatên bangeşiyê werin destpêkirin

 

 

 

C.B