Liser bûyera teqekirinê ya li Hewlêrê, Wezareta derve ya Tirkiye daxûyanî da

Wezareta derve ya Tirkiye jî, daxûyaniyek girêdayî rûdana teqekirinê li xwaringehek li Hewlêrê belavkir...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Tirkiye jî, daxûyaniyek girêdayî rûdana teqekirinê li xwaringehek li Hewlêrê belavkir.

Di daxûyaniyê de hatiye: “Îro piştî nîvro, karmendek Konsûlxaneya me ya Hewlêrê, gava ku li derveyî avahiya Konsûlxaneyê bû, di rûdanek teqekirinê ya tirsonek de jiyana xwe jidest da ye. Ji bo girtina kirdarên bûyerê ligel saziyên fermî yên Iraqê û berpirsên herêmî pêwendiyên me dom dikin. Em sebr û aramiyê ji şehidê me û malbata wî re û millet Tirk re dixwazin”.

Peyvdarê Serokomar Ibrahim kalin jî, di daxûyaniya xwe de diyarkir: “Di êrîşek tirsonek de li Hewlêrê, rehmeta Xwedê li karmendê me yê Konsûlxaneyê û daxwazên sersaxiyê li malbata wî dikim. Ji bo eşkerekirina kirdaran lêkolîn didomin. Bersiv hemberî wan kesên, ku vê êrîşa xayin kirî, dê were dan”.

 

 

C.B