Efserên yedeg yên Îsrayîlê daxwaza piştîvanîyê li HSDyê dikin
K24- Hewlêr
Bi dehan efserên yedegên supayê Îsrayîlê di daxwazîyekê de, daxwaz ji hikumeta welatê xwe kirîne hevkarîya serbazî û mirovî bigehîne şervanên Kurd li rojavaya Kurdistanê ku niha berengarî hêrişa Tirkiyê dibin.
Li ser wê daxwazîyê 80 efserên yedeg wajû kirine û têda daxwaz kirin ku Binyamîn Natinyaho bi lez alîkarîyên serbazî, locistî, mirovî û hewalgirî bigehîne HSDyê ku niha di şer de ne li dijî supayê Tirkiyê.
Herweha daxwaz kirîne, Televîv, êd destwestî nemîne û rê nede hevpeyamneke welatê wan bê parêzvanî bimîne.