Mesrûr Barzanî: Me evro civînên giring encamdan

Mesrûr Barzanî, serok wezîrê raspartî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Pêdivîye lez bihê kirin bo pêkanîna kabîneya dahatêya hikumetê, bi armanca dabînkirina daxwazîyên rewa yên xelkê Kurdistanê.

K24-Hewlêr

Piştî civînê li gel Bizava Gorrnê, Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê û Hizba Soşiyalîsta Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di tora civakîya Tiwîter de Tiwîtek bi zimanê Înglîzî belav kirîye û têde hatîye: ”Me Li Silêmanîyê  civînên giring hebûn li gel alîyên sîyasî, Me daxwaz ji wan kir lezê bikin di encamdana erkên hevpişik bo pêkanîna hikumeteka giştgîr bi armanca dabînkirina daxwazîyên rewa yên xelkê Kurdistanê”.

Evro Mesrûr Barzanî, serokê raspartî bo pêkanîna kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya şandekê li bajarê Silêmanîyê li gel Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, Bizva Gorran û Hizba Soşiyalîsta Kurdistanê civîya, ev jî di çarçoveya destpêkirina pêngavên kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê de.