Firokeyên Tirkiyê otombîleke PKKê armanc girt

Şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê gundekî devera Balekayetî otombîleke PKKê armanc girt û agir jî bi dar û pûş ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê gundekî devera Balekayetî otombîleke PKKê armanc girt û agir jî bi dar û pûş ket.

Peyamnêrê K24ê  da zanîn, şeva bûrî firokeyên şer yên Tirkiyê li gundê Rezwîlke ya geliyê Baleyîyan a devera Balekayetî otombîleke PKKê armanc girt.

Li gor zanyariyan, beşek ji dar û pûş li navçê şewitîn, lê ta niha ti zanyarî li ser ziyanên canî nayên zanîn.

Geliyê Baleyîyan dikeve sînorê nahiya Qesrê ya ser bi qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê.

Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin, roja 24ê Tebaxê jî li Heftanîn û Sînatê dest bi operasyonê “Pençe 3” kiribû.

Roja 4ê vê mehê jî, di bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser baregehên PKKê, agir bi çiya û daristana gundê Şeranşê ya ser bi Zaxo ketibû.

 

 

S. B