Temelli: Em divê carek din Lenin binirxîn in, carek din Ocalan bixwînin

Temelli: Di bîngeha enternasyonalizmek nûjen de û bi ramana konfederal , ji bo azadiya gelan ji nû ve û ji nû ve dive em bifikirin û dîrokê ji nû ve binirxîn in...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Sezai Temelli di konferansa HDP de axifî.

Temelli zêdetir liser ideolojiya HDP rawestiya û ramanên HDP ên girêdayî herêmê û civatê anîn ziman.

Temelli got: “Konferansa me di rewşek aloz a cîhanî de dicive. Em divê carek din liser pirsên – em çawa bikin? Em çi bikin? Rawestin û bersivê bibîn in. Em dive nexşerêya dema pêşya xwe amade bikin. Em çi bikin? Em çawa bikin? Em divê carek din Lenin binirxîn in, di rêxistinkirina civatê de Ocalan carek din bixwîn in. Carek din, carek din bifikirin”…

Temelli destnîşan kir: “Di dîrokê de tişt hema weha dernakeve holê. Jiber ku divê weha be, tiştên di dîrrokê de dibin, tên jiyandin. Ger îro siyaseta cîhanê Rojhilata Navîn ji xwe re kiribe navend, jiber ku divê hêvî ji Rojhilata Navîn derkeve ye. Di bîngeha enternasyonalizmek nûjen de û bi ramana konfederal , ji bo azadiya gelan ji nû ve û ji nû ve dive em bifikirin û dîrokê ji nû ve binirxîn in”….

 

 

 

 

C.B