Karasu: Amerîka dixwaze li Sûriyê rol bide Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Konseya Rêveberiya (KCK) Mustefa Karasu dibêje, Amerîka dixwaze li Sûriyê rol bide Tirkiyê, lê Tirkiye di her warî de lawaza bûye û bi hilweşînê re rûbirû ye.
Mustefa Karasu, bi mebesta salvegera 20emîn ku Ebdula Ocalan ji Sûriyê derketiye gotarek nivîsand û da xuyakirin, niha jî wek wê demê, Tirkiye di rewşeke lawaz de ye û nikare erkên ku NATO dane wê bicîh bîne.
Da xuyakirin, Tirkiye di warê siyasî, aborî, civakî û çandî de têk çûye, lê zilhêzên cîhanê vê têkçûnê li dijî berjewendiyên xwe dizanin û dixwazin Tirkiyê rizgar bikin.
Karasu got, herî dawî Amerîka di mijara Îdlibê de xwedî li Tirkiyê derketiye û dixwaze li Rojhelata navîn û Sûriyê rolekê bide wê.
S. B