Tirkiye bersiva hişyariya Trump dide

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê hişyariya Serokê Amerîka Donald ji Tirkiyê re bersivê dide û dibêje, ew pêşbîniya rêzgirtinê ji Washingtonê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê hişyariya Serokê Amerîka Donald ji Tirkiyê re bersivê dide û dibêje, ew pêşbîniya rêzgirtinê ji Washingtonê dikin.

Serokê Amerîka Donald Trump şeva bûrî di tiwttekê de nivîsî: “heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were jinavbirin.” Herwiha amaje bi wê yekê kir jî, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bike.

Li ser vê hişyariya Trump, Îbrahîm Kalin di twittekê de bersiv da û nivîsî: “Nabe terorist hevpeymaniyê te bin. Tirkiyê pêşbîniyê dike Amerîka rêzê li hevpeymaniya stratejîk a di navbera wan de bigire.”

Herwiha Kalin got, li cem Tirkiyê ti cudahî di navbera YPG, PYD, PKK û DAIŞê de nîne û ewê şerê wan hemûyan bikin.

 

S. B