Koçberên nû hatine Hewlêrê daxwaza xwendinê dikin

Malbatên penaber dibêjin, ji ber hin pirsgirkên teknîkî, zarokên wan heya niha bê xwendin mane.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî hatina şepêleke nû ya penabên Rojavayê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê, beşeke mezin ji wan penaberan li nav kempan û beşek jî li Hewlêrê dimînin. Malbatên penaber dibêjin, ji ber hin pirsgirkên teknîkî, zarokên wan heya niha bê xwendin mane. Herwiha bi riya Kurdistan24 re bang li aliyên peywendîdar dikin ku çareyekê ji zarokên wan re bibînin, da ku  ji mafên xwe yên xwendinê bêpar nemînin.

Piştî êrîşa vê dawiyê ya artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bi hatina şepleke nû ya penaberan ji bo Başûrê Kurdistanê, hejmarek zarokên xwendevan ji penaber li Hewlêrê ji ber nebûna belgeyên wan yên xwedinê, nikarin xwendina xwe bikin.

Malbatên van zarokan bi riya Kurdistan24 re banga li aliyên peywendîdar dikin, ji bo ku zarokên wan ji xwendinê bêpar nemînin.

Ji aliyê xwe ve, Berprisê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî Rojava, tekez dike ew ji nêzik ve rewşa van zarokan dişopînin û bi aliyên peywendîdar re di têkeliyê de ne.

Piştî êrîşa vê dawiyê yê li ser Rojavayê Kurdistanê, nêzî 16 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û ji bilî yên li nav kempan dimînin,  beşek jê li Hewlêrê bi cih bûn û malabtanên penaber naxwezin ji ber rewşa penabertiyê û şer zarokên wan bê xwendin bimînin.