Destpêşxeriya Pêşverû û El-Wehde biser neket

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wihdê) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) ji bo helwesteke hevbeş derbarê êrîşên li ser Efrînê bi destpêşxeriyekê rabûn, lê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Sûriyê (PDK-S) ew destpêşxerî biser neket.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wihdê) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) ji bo helwesteke hevbeş derbarê êrîşên li ser Efrînê bi destpêşxeriyekê rabûn, lê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Sûriyê (PDK-S) ew destpêşxerî biser neket.

Ji ber êrîşên Tirikyê li ser herêma Efrînê, Partiya El-Wihdê  û Partiya Pêşverû bi destpêşxeriyekê rabûn, da ku daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê were belavkirin. Serkirdeyên El-Wihdê didin zanîn jî ku êrîşên Tirkiyê ne tenê partiyekê armanc dikin, lê tevaya Kurdên Rojava armanc dikin û ji ber vê yekê helwesteke yekbûyî ji tevgera siyasî a Kurd tê xwastin. Herwiha dibêjin ku ev destpêşxerî jî bi ser neket, ji ber PDK-Sê nexwast danûstandinê bi wan re bike.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya El-Wehdê Mistefa Meşayix derbarê wê destpêşxeriyê de ji K24ê re got: “Hevalên PDKS biryar dane ku bi me re rûnenin û ji ber vê yekê ev destpêşxerî biser neket. Ev dem ne dema nakokiyan e. Hêviya me ew e, ku yekrêziyek çê bibe û ti pirsgirêk li cem me tune ye eger em ji derveyî vê yekrêziyê bin, lê emê herdem piştgiriya yekrêziya Kurdî bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl got: “Em amade ne ji bo hemû destpêşxeriyên nêzîkatiyê, lê hin alî û partî êrîşên li ser Efrînê dikin bahane ji bo berjewendiyên xwe. Ev kesên ku doza yekrêziyê dikin, diviyabû ku rêzirtina biryarên ENKSê bigirtana û ji ENKSê bixwe derneketana û biryarên ENKSê li erdê nedixistin, de îça ewê ji ENKSê derkevin û kiryarên xirab bike û li dawiyê dê bibêjin ku em yekîtiya Kurdî dixwazin. Di vê rewşa teng û êrîşa li ser miletê dibe de, hin partî dixwazin xwe helal bikin û ev ne yekrêzî ye.”

Gelek rêkeftin di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de hatine îmzekirin, ku hin ji wan rêkeftinan bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî bûn. Partiya Pêşvero jî dibêje, wê gelek hewldanên nêzîkatiyê di navbera partiyên siyasî yên Rojava de kirine, lê hemû hewldanên wan têk çûne.