Heyva Sor: 4 karmend û 2 ambulans hatin revandin

Heyva Sor a Kurd ragihand, li nêzîkî Girê Spî 2 ambulans ligel 4 endamên tîma bijîşkî hatin revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heyva Sor a Kurd ragihand, li nêzîkî Girê Spî 2 ambulans ligel 4 endamên tîma bijîşkî hatin revandin.

Heyva Ser a Kurd di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo veguhastina birîndaran, 2 ambulans ku diçûn Girê Sipî, lê bi rê ve hatin revandin û ta niha çarenivîsa 4 endamên tîma bijîşkî nayê zanîn.

Di daxuyaniyê de hat jî, ji encama êrîşa ser kampa Eyn Îsayê, hejmareke mezin ji malbatên DAIŞê jî kampê reviyan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro ji danê sibê ve firokeyên Tirkiyê Eyn Îsa û nêzîkî kampa wê bombebaran dike.

Ev yek di demekê de duhî grûpeke ser bi artêşa Tirkiyê karîbûn bigihin ser riya navdewletî li nêzîkî Eyn Îsayê û 9 welatiyên sivîl gulebaran kiribûn.

 

S. B