Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li bajarê Colemêrgê, li bajaroka Çêlê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê, li bajaroka Çêlê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Parêzgeriya Colemêrgê ragihand, îro li bajaroka Çêlê gerîlayên PKKê bi mûşekan êrîşê leşkerên Tirkiyê kirine û di encamê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.

Di derbarê êrîşê PKKê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 

Ji alîkî din ve hat zanîn, Arteşa Tikriyê li bajarê Şirnexê li çiyayê Cûdiyê jî li dijî PKKê operasyoneke berfereh daye destpêkirin.

 

S. B