Naveroka kombûna Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih hat aşkerakirin

Şanda serokatîya Herêma Kurdistanê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, seredan koçka Selam a serokatîya Komara Îraql kir û ji alîyê serok komar, Behem Salih ve hat pêşwazîkirin.

K24- Bexda

Şanda serokatîya Herêma Kurdistanê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, seredan koçka Selam a serokatîya Komara Îraql kir û ji alîyê serok komar, Behem Salih ve hat pêşwazîkirin.

Evro Nêçîravan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, bi serokatîya şandeke serokatîya Herêma Kurdistanê gehişte Bexda û li gel Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê  û Mehmed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê kom bû û dûv re jî li gel serok komarê Îraqê kom bû.

Piştî temambûna kombûna şanda serokatîya Herêma Kurdistanê û serok komarê Îraê, Beşîr Hedad, cêgirê serokê perlemana Îraqê, ku yek bû ji pişikdarên kombûnê bi rojnamevanan ragehand: Di kombûna serokê Herêma Kurdistanê û serok komarê Îraqê behsa hevwarkirina destûrê Îraqê hat kirin. Behsa wê yekê hat kirin ku hikuemta Herêma Kurdistanê li gel hevwarkirina destûre bi awayekê ku ji ya niha baştir bibe û xizimeteke zêdetira gelê Îraqê bike.

Herweha vîyan Sebrî, seroka Firakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê di perlemana Îraqê de, di hevpeyvîneke rojanamevanî de got: Bi giştî gotûbêj derbarê dû teweran bûn, ku pêkhatibûn ji hevwarkirina destpra Îraqê û xwnîşandanên niha yên Îraqê.

Got jî: Tewereke dî ya ku axivtin li ser hate kirin, Hevpeymanîya Kurdistanî bû, ku giringe firakisyonên Kurdistanî  di perlamana Îraqê de hevdeng û hevhelwêst bin, nemaze derbarê hevwarkirina destûr.

Ev yekem seredana şandeke bilinda serokatîya Herêma Kurdistanê ye bo Bexda, piştî despêkirina pêla xwenîşandan û nerazîyên xelkê Îraqê li Bexda û bajarên din yên Îraqê ku heyan bi sedan kes di wan xwenîşandanan de bûne qurbanî.