Li pêşangeheke Şamê 500 parçeyên şûnwarî hatin nîşandan

Îro li pêşengehekê li Şama paytexta Sûryê, 500 parçeyên şûnwarî hatin pêşandan, ku piraniya wan ên serdema Romanî ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro li pêşengehekê li Şama paytexta Sûryê, 500 parçeyên şûnwarî hatin pêşandan, ku piraniya wan ên serdema Romanî ne.

Serperiştyarên wê pêşangehê diyar kirin, ku tevahiya wan şûnwaran ji deverên ku berî niha di bin destê hêzên opozisyonê de bûn, hatine komkirin.

Bi gotina berpirsekî pêşengehê: Heya niha me kariye nêzîkî 20 hezar parçeyên şûnwarî kom bikin û nûjen bikin û hîn jî bi sedan parçeyên din hene ku çarenivîsa wan nediyar e û dibe ku niha li derveyî Sûryê bin.

N.O