Du jin cih di Desteya Serokatiyê Parlemantoyê de digirin

Vala Ferîd ji Firaksiyona PDKê bi 64 dengên parlemanteran bi awayekî demkî bû Seroka Parlemantoya Kurdistanê. Hêmin Hewramî bi 68 dengan bû Cîgirê Yekem ê Seroka Parlemantoyê. Muna Qehwecî jî bi 60 dengî bû Cîgira Duyem a Seroka Parlemantoyê. Bi nerîna Seroka Parlemantoyê ya demkî, hilbijartina du jinan bo 3 kursiyên Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, karîna jinan birêvebirinê derdixe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka demkî ya Parlemantoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd ji K24ê re got: “Cihê şanaziyê ye ji hemû miletê Kurd re ku yekemî car e jinek li ser kursiya Serokatiya Parlemantoyê rûne, ji aliyekî din ve ew ku ew jin karîna wê ya birêvebirinê hebe bi awayekî ku bikare karê parlemanî bike, ku hem cihê rizamendiya firaksiyonan û hem jî cihê razemendiya xelkê Kurdistanê be. Girîng bû ku jinek çû ser kursiya Serokatiya Parlemantoyê, lê ya girîngtir ew e, ew jin di karê xwe de serkeftî be.

Yekem karê Parlemantoyê piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê, hilbijartina endam û serokên 15 komîteyan e, ku li gor qebareya kursiya li ser firafsiyonan tên dabeşkirin.

Cîgira Duyem a Seroka demkî ya Parlemantoya Kurdistanê Muna Qehwecî ji K24ê re got: “Karê me yê pêşî ew e komîteyan pêk bînin, ji ber ku heta komîte neyin damezrandin Parlemanto nikare karê xwe yê yasayî bike, ji ber wê divê em bi serokê Firaksiyonan re bicivin û wek Seroka Parlemantoyê di rûniştina Palemantoyê de gotiye, divê di vê hefteyê de navên endamên komîteyan bê amadekirin.”