Dijeteror a Kurdistanê 2 endamên DAIŞê girtin

Dije terora ser bi Civata Asayişa Herêma Kurdistanê dû endamên DAIŞê li Hewlêrê girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Dije terora ser bi Civata Asayişa Herêma Kurdistanê dû endamên DAIŞê li Hewlêrê girtin.

Rêveberiya giştî ya Dije terorê ya ser bi  Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ve,  liser fermana dadwer û piştî çavdêriyeke hûr  û baş Operasyonek serkeftî li bajarê Hewlêr encamdan û dû endamên grûbek terorîst ên DAIŞê girtin. Navên wan jî, Ehmed Ibrahîm Cedî' û Qehtan Elî Ehmed Cedî' ne, ku tawanbar di beşê ewlekarî ya rêxistina DAIŞê de kar dikirin.

Herwiha di wê Operasyonê de şeş bergumanên din hatin girtin û tevahiya girtiyan rêkarên yasayî ligel wan tên kirin.

 

 

C.B