Nûrî Mehmûd: Tirkiye li Dêrezorê piştevaniya DAIŞ dike

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, Tirkiye li Dêrezorê piştevaniya DAIŞ dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, Tirkiye li Dêrezorê piştevaniya DAIŞ dike.

Peyvdarê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd ji K24ê re ragihand, dema ku niha ew li rojhilatê Dêrezorê dawî devera di destê DAIŞê de pak dikin, ku gelek grûpên ji bajarokê Hecîn direvin û dema şanên nivistî desteser dikin, dizanin ku pêwendiya wan a cidî bi desthilat û MÎTa Tirkiyê hene.

Got jî, dema DAIŞ li Hecînê bidawî bibe, dê rê li pêşiya aramiyê bê vekirin û dê çareseriyek li Sûriyê bê çêkirin û dê nerewatiya hebûna Tirkiyê li Sûriyê bê nîqaşkirin, ji ber vê Tirkiye naxwaze DAIŞ bidawî bibe.

Amaje bi wê yekê jî kir, dema Tirkiyê şerê Efrînê dikir, gelek girtevîdyo hatin belavkirin ku çekdarên bi artêşa Tirkiyê re êrîşî ser Efrînê kirine, wan bixwe digotin ku Giroznî, Efganistan û Iraqê şer kirine, lê civaka navdewletî çavê xwe ji yekê girtine.

Li ser pirsa ku agahdariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî ji vê pêwendiyê û çekdaran hene, Nûrî Mehmûd got, Hevpeymaniya Navdewletî agahdar e ku piraniya çekdarên DAIŞê yên biyanî di riya Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne, lê Tirkiye wek welat tiştek e û desthiladariya wê ya ku AKPê girtiye destê xwe tiştekî din e û vî karî dike, lê Erdogan sûdê ji hesasiyeta civaka navdewletî dibîne.

Li ser gefên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê rojhilatê çemê Ferêt re, Nûrî Mehmûd got, Tirkiye ezmûna demokrasî û azadiyê ya li bakurê Sûriyê biser bikeve, ji bo xwe gef dibîne, loma naxwaze DAIŞ bidawî bibe.

Di derbarê Operasyona Dêrazorê de got, hemû çekdarên DAIŞê niha li bajarokê Hecînê de kom bûne, tevî ku hejmara wan ne gelekî zêde ye, lê ew yên herî bi ezmûn in, tevî ku operasyon hinekî zehmet e jî ê dê di Hecînê de tune bibin.

 

 

S. B