Li Diyarbekirê alozî derket

Li Diyarbekirê alozî di navbera polîsan û alîgirên HDPê derket û polîsan bi ava şîd hewl dide alîgirên HDPê belav bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê alozî di navbera polîsan û alîgirên HDPê derket û polîsan bi ava şîd hewl dide alîgirên HDPê belav bike.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û hejmarek parlemanterên HDPê li navenda HDPê li Diyarbekirê kom bûbûn, lê hêzên ewlekariyê avahiya HDPê dorpêç kiribûn û rê nedidan rayadarên HDPê derkevin.

Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî digel hejmareke parlementerên HDPê û welatiyan xwastin biçin ber şaredariya Diyarbekirê û nerazîbûna xwe li dijî destdanîna ser şaredariyan nîşan bidin. Lêbelê hêzên ewlekariyê bi daran û av û gaza rondikrêj destêwerdaneke tund li welatiyan û parlementerên HDPê kirin.

Alozî û girjî li Diyarbekirê di navbera hêzên ewlekariyê û alîgirên HDPê de berdewam e û tê çaverekirin Sezaî Temellî daxûyaniyê bide.

ji aliyê HDPê ve bangewaziyek hatibû kirin, îro demjimêr 11:00 dê li pêş avahiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi tevlîbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û parlemanterên HDPê daxuyaniyekê bê dayîn, ji wir ve xwepêşandan destpê bikin, hêzên ewlekariyê avahiya HDPê ya Diyarbekirê dorpêç kiribûn.