Swêd jî, amadeyiya qedexeya firotina çek bo Tirkiye dike

Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde ragihand, ku “Sibe daxwaza ragihandina qedexeya çek bo Tirkiye dê bigihînim Parlementoya Swêdê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde ragihand, ku “Sibe daxwaza ragihandina qedexeya çek bo Tirkiye dê bigihînim Parlementoya Swêdê. Herweha dê daxwaz bikim, Yekîtiya Ewrûpa dorpêçan liser Tirkiye bisepîne, di destê yekem de qedexeya firotina çek bo Tirkiye”.

Linde destnîşan dike, “Ger roja duşemiyê Parlemento pêşniyarê bipejîrîne, heman rojê liser nave Swêdê daxwaza dorpêçan em dê bigihînin Yekîtiya Ewrûpa”.

Ann Linde duhî rexne li Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê kiribû û demoildest daxwaza rawestandina Operasyonê kiribû.

 

 

C.B