Asayişa Hewlêrê tometbarê kuştinan girtin

Asayişa Hewlêrê di helmetekê de sê tometbar girtin, ku destê dû kes ji wan, di kuştina Pêşmergeyekî de hebû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Hewlêrê di helmetekê de sê tometbar girtin, ku destê dûyan ji wan, di kuştina Pêşmergeyekî de hebû.

Çavkaniyek ji Asayişa Hewlêrê ji Kurdistan 24re ragihand, beriya çendîn rojan û di helmetekê de li bajarê Hewlêrê, ew dû tometbar ên bi navên A.M jidaykbûyê sala 1999an û Û. M jidaykbûyê sala 1990an, li şuqeyên Hana Sîtî li bajarê Hewlêrê girtin e, ku destê wan di kuştina Pêşmergeyekî de hebû.

Çavkaniyê Asayişa Hewlêrê ew yek jî diyar kiriye ku, wan kariye bikujê wî welatiyê bajarê Hewlêrê jî bigrin ku piştî kuştina wî, destdirêjî li termê wî hatibû kirin, û li taxa Hewlêra Nwê hatibû avêtin.

Çavkaniyê ragihand, piştî lêkolîna wan ji bûyerê, karîn wî bikujî bibînin û bigrin, û amaje bi wê yekê jî kir ku, ew tometbar bi wê yekê hatiye tometbarkirin, kuştin û piştre şêwandina term û dê ligorî yasayê, sizayek giran hebe.

Ligorî zanyariyên Kurdistan24 tometbarê bi navê N.L ji dayikbûyê sala 1989an, di şeva 5ê vê mehê li taxa Sêtaqan a Hewlêrê welatiyekî bi demanceyê dikuje û piştre jî, termê wî dişêwêne û termê wî davêje  taxa Hewlêra Nwê ya Hewlêrê.

 

C.B