Dengê teqînekê dihê bihîstin li nêzîk Devera Kesik

Dengê teqînekê li nêzîk Devera Kesik li naverasta Bexdaya paytext dihê bihîstin.

K24- Bexda

Dengê teqînekê li nêzîk Devera Kesik li naverasta Bexdaya paytext dihê bihîstin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Bexdayê ragehand: Katyûşayek li Devera Kesik kevte xwarê bê ku ti zyanên canî hebe.

 Herweha ragehand, zengê agahdarîkirinê dihêt lêdan li nêzîk balyozxaneya Emerîkayê ku dikeve di Devera Kesik de.

Ev di demekê de ye, Pêncşembîya bûrî, balyozxaneya Emerîkayê, rêkarên asayîşîya tund anîbûn holê û dûv re jî berpirsên balyozxaneyê ragehandin, ku hewil hatîyedan bi firokeyên bê firokevan hêriş bikin ser balyozxaneyê.

Waşintin asta metirsîyan li Îraqê bilind kirîye û hoşdarî daye karmendên xwe di nwêneratîyên xwe de li Îraqê, nemaze jî ewên ne pêdivî ne ku ji Îraqê bihêlin û derkevin.