Sûriye: Hikumet û Opozisyonê dîl pev guhertin

Bi amadebûna nûnerên Rûsya, Îran û Tirkiyê, Hikûmet û Opozisyona Sûriyê hejmarek dîl li parêzgeha Helebê pev guhertin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna nûnerên Rûsya, Îran û Tirkiyê, Hikûmet û Opozisyona Sûriyê hejmarek dîl li parêzgeha Helebê pev guhertin.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, Hêzên hikûmeta Sûriyê û Opozisyona wî welatî hejmarek dîl li parêzgeha Helebê ligor Rêkeftina danûstandinên Astana pev guhertin.

Wezareta berevanî ya Rûsyayê got jî, ew yek li gundê Dêr Qaq li devera Ebu Zindîn a başûrê bajarê Bab ê Helebê hatiye kirin, ku Hêzên Hikûmetê 20 çekdarên grûbên çekdar li hember 20 welatiyên sivîl bi amadebûna nûnerên wezaretên berevaniyê yên Rûsya, Îran û Tirkiyê pev guhertin.

Li gera 8an a danûstandinên Astana ku li 22ê berçileya sala 2017an birêve çû bû, nûnerên hikûmet û opozisyona Sûriyê bi amadebûna her sê welatên garantîker liser azadkirina dîlan û pevguhertin a termên kuştiyan û lêgerîna wendabûyên Sûriyê lihev kiribûn.

 

 

C.B