Hevjîna Serokê Sûriyê bi nexweşiyeke giran ketiye

Hevjîna Serokê Sûriyê Beşar Esed nexweş bûye û Serokatiya Komara Sûriyê nûçeya nexweşiya wê belav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevjîna Serokê Sûriyê Beşar Esed nexweş bûye û Serokatiya Komara Sûriyê nûçeya nexweşiya wê belav dike.

Serokatiya Komara Sûriyê li rûpele xwe ya fermî belav kir, Hevjîna Serokê Sûriyê, Esma Esed tûşî nexweşiya penceşêra memikan bûye.

Serokatiya Komara Sûriyê wêneyeke Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed li nexweşxaneyê belav kir û nivîsî: “Bi hêz û bawerî xanim Esma Esed qonaxa seretayî ya çareseriya penceşêra memikan destpê dike, ku zû hatiye aşkerekirin.”

Esma Esed (Esma Exres) ji bajarê Humsê ye û sala 1975an li Brîtanyayê jidayik bûye û di 18ê Berçileya sala 2000î bi Serokê Sûriyê hevjînî kiriye.

 

S. B