Erdogan: Trump daxwaza agirbestê ji min kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere kir, Serokê Amerîka Donald Trump ji wî xwestiye bi HSDê re agirsbest were ragihandin, lê daxwaza Trump red kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere kir, Serokê Amerîka Donald Trump ji wî xwestiye bi HSDê re agirsbest were ragihandin, lê daxwaza Trump red kiriye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Azerbaycanê vedigeriya bersiva pirsên rojnamevanan da û naveroka axaftina xwe ya telefonî ya digel Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir.

Erdogan da zanîn, Trump li beramberî HSDê daxwaza ragihandina agirbestê ji wî kiriye û xwestiye Amerîka di navbera HSDê û Tirkiyê de navbeynkariyê bike. Lê wî daxwaza Tmrump red kiriye û  gotiye: Tirkiye bi rêxistinên terorê li ser masê rûnane û danûstandin nake.

Duhî Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, Trump di pêwendiyeke telefonî de bi Erdogan re daxwaza rawestandina şer li bakurê rojhilatê Sûriyê jê kir.

Cîgirê Serokê Amerîka amaje bi wê kir, Erdogan soz daye ku ew êrîşî Kobanê nekin.

Pence da zanîn jî, dê şandeke Amerîkî bi serokatiya wî dê di demeke nêzîk de li ser daxwaza Trump serdana Tirkiyê bike, ji bo gotûbêjkirina wê operasyonê û rawestandina şer û destpêkirina danûstandina di navbera Tirkiye û Kurdan de.

Erdogan li “Encûmena Tirkiyê ya Tirkîaxêv” ya li Bakû paytexta Azerbaycanê birêve çûbû gotibû: “Em dixwazin herêma ewle bi dirêjahiya 444 K.M û bi kûrahiya 32 K.M dirust bikin û penaberan lê bicih bikin.

 

S. B