Li Efrînê çekdaran 4 xort revandin

Grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin û Efrîn dagîr kirine, tenê ji bo standina pereyan ji malbatên wan, 4 xort ji gundekî Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin û Efrîn dagîr kirine, tenê ji bo standina pereyan ji malbatên wan, 4 xort ji gundekî Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên grûpa Silêman Şah (Emşat) 4 xort ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê revandin û li hember berdana wan daxwaz pereyan dikin.

Wê rêxistinê navên kesên hatine revandin aşker kir jî, ku wiha ne: Henan Mihemed Ehmed, Zîbar Elî Elo, Elûş Mihemed Çirko, Şîvar Mistefa Sedo.

Da zanîn jî, grûpeke çekdar li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrewa 6 çêlekên Berekat Izet Silêman revandin ku buhaya her çêlekekê dora yek milyon Lîre Sûrî ye.

Li gor zanyariyên K24, tenê ji destpêka vê mehê ve û ta niha zêdetir ji 90 welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar û hêzên Tirkiyê ve hatine revandin û eşkencedan, çekdar jî malbatên wan neçar dikin ta pereyan nedan wan, wan bernadin.

 

S. B