Firokeyên Tirkiyê çîyayê Qereçox burdûman dikin

Hejmareke firoke yên cengî yên Tirkiyê çîyayê Qereçox, li nizîk kempa Mexûr burdûman kirin.

K24- Hewlêr

Hejmareke firoke yên cengî yên Tirkiyê çîyayê Qereçox, li nizîk kempa Mexûr burdûman kirin.

Di hevdîtinekê de bo Kurdistan24 hejmareke hevwelatîyên akincî li Kempa Mexmûrê ragehandin, demjmêr 12:13 piştî nîve şeva buhirî, hejmareke firokeyên Tirkiyê çîyayê Qereçox burdûman kirine.

Nûçegihanê Kurdistan24 li Mexmûrê ragehand: Heya niha jî zîyanên canî û malî yên wê burdûmanê nehatîne zanîn.

Xuya jî kir ku  xelkê kempê, piştî burdûmanê çûne çîyayê Qereçoxê bo zanîna encamên burdûmanê.

Mexmûr dikeve başûrê rojava ya Hewlêrê, libinarên çîyayê Qereçox, kempeke penaberên alîgirên PKKyê heye ku ji salên nohetan ve ji bakura Kurdistanê ve ber bi Herêma Kurdistanê  hatîne.  Li ser çîyayê Qereçox jî çend xalên gerîla yên PKKyê jî hene û Tirkiye car car wan xalan û kempê dike armanc ên burdûaman firokeyên xwe.

Li sala 2017yê PKK nêzîkî 20 rebîye  li çîyayê Qereçoxê durist kirin û welatîyên Mexmûr û qaymeqamê wê bajarokê di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24 nîgeranîya xwe derbirî bûn bo vê pêngava PKKyê û ragehandibûn ku PKKyê dixwaze wê deverê bike Qendîlê dûyê.

Hevdem li 13/11/2018 serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehand, pêdivîye kempa Mexmûrê bihê têkdan.

Erdogan got jî: Qendîl tenê nîye û mijara Mexmûrê jî heye, Mexmûr hêlaneya PKKye, niha 12-13 hezar kes têdene . Netewe yên Yekgirtî jî ji vî akarî bêzar bûne û dxwazin wê kempê têk bidin.

Dawîn burdûmana Tirkîyê li 13/11/2018 bû ku bi egera wê yekê zîyana canî û malî gehişte xelkê kempê.