Yekîtiya Ewrûpa amadekariya sizakirina Tirkiyê dike

Li gor ragihandina Ajansa Reuters, Yekîtiya Ewrûpa bi egera, ko Tirkiye li Deryaya Naverast bi awayek neyasayî lêgerîna enerjiyê dike, dê Tirkiyê siza bike...

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor ragihandina Ajansa Reuters, Yekîtiya Ewrûpa bi egera, ko Tirkiye li Deryaya Naverast bi awayek neyasayî lêgerîna enerjiyê dike, dê Tirkiyê siza bike.

Yekîtiya Ewrûpa dê alîkariya pereyan ên bo Tirkiyê kêm bike û dawî li danûstandinên asta bilind a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bîn e.

Herwiha dê danûstandinên Peymana Vegûhestina Asimanî were rawestandin.

Tirkiye beriya niha bi çend rojan, ji bo lêgerîna enerjiyê keştiyek rêkiribû rojhilatê Deryaya Naverast. Yekîtiya Ewrûpa jî, nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, Tirkiye mafê serweriya Qibrisê binpê dike. 

 

 

 

C.B