Li Diyarbekirê yekem dibistana hunerî tê vekirin

Li Diyarbekirê yekem dibistana hunerê vedibe ku hemû beşên çand û hunera Kurdî dihundirîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê yekem dibistana hunerê vedibe ku hemû beşên çand û hunera Kurdî dihundirîne; di nav bernameya vê dibistanê de hatine bicihkirin. Dibistana ku ji aliyê du birayên şanoger ve hatiye fikirîn; bi keda destê ciwanên hunermend ji avahiyeke kavil hatiye çêkirin. Dibistana ku dê di 26'ê Îlonê de bi fermî were vekirin, ji şanoya Kurdî heta muzîkê, ji tomarkirina kevneşopiyên Kurdan heta atolyeyên hunerî pêşkêşî xelkê Diyarbekirê dike.

Amadekariyên ku tên kirin, ji bo dibistana hunerê ye ku yekem dibistan e hemû beşên çanda Kurdî di bin vê sîwanê de li hev dicivîne. Ev ciwanên ku dixebitin jî her yek şanoger û hunermendek e ku hemû dîtbarî û temîra avahiyê bi destên xwe kirine. Avahiya ku ji xaniyekî kavil hatiye vê rewşê, bi keda xwebexş a van ciwanan pêk hatiye ku ev dibistan ji bo wan jî bûye hêviya pêşerojekê. Koordînatora Dibistana Hunerê Gulîdar Gurbuz li ser armanca dibistanê dide zanîn ku; hedefa wan a yekemîn; tomarkirina kevneşopiyên Kurdan e.

Gulîdar Gurbuz ji K24ê re got: "Dema mirov li ser Diyarbekirê bibêje; Diyarbekir paytexta hunerê ye. Huner ji bo Diyarbekirê hêmaneke gelek girîng e. Hunera Kurdî jî xwedî dîrokeke kûr e û di nav vê dîrokê de gelek beşên hunerê yan wenda bûne yan jî li ber wendabûnê ne. Em ê van wendahiyan di hawireke labaratuvarê de biwezînin û bi rêya muzîkalê pêşkêşî xelkê xwe bikin."

Ciwanên ji aliyekê ve dibistana ku dê lê bixebitin temîr dikin, ji aliyekî ve jî xebatên xwe yên hunerî didomînin. Piştî xebatên hevpar, dîsa heman kom vê carê li ser dikê hunera xwe pêşkêş dikin û ji bo lîstika ku ji bo pêşandana zarokan hatiye nivîsandin, provayên xwe didomînin. Yek ji xwediyên dibistanê derhêner Bariş Işik jî dide zanîn ku gelek kevneşopiyên Kurdan hene di nav salan de hatine jibîrkirin û ew ê jî digel van ciwanên hunermend, li ser van huneran lêgerînê bikin.

Derhênerê Şanoyê Bariş Işik dibêje: "Li bajêr pêdiviyek hebû, em li ser vê pêdiviyê ketin vê rêyê. Jixwe bi salan e em vî karî dikin. Me xwest li vê derê hem Zimanê Kurdî, hem Zimanê Tirkî, hem hemû zimanên li vê erdnîgariyê li ser vê dikê bigihînin hev. Ev armanc, bi taybetî ji bo beşa şanoyê ye."

Li gorî rêveberên dibistanê dibêjin; hem ji hunermendên bajêr, hem ji hunermendên li derveyî welêt piştgiriya wan hatiye kirin. Ji bo dibistana ku dê di 26'ê Îlonê de were vekirin, amadekarî tên kirin û ji bo vekirina vê dibistanê jî dê gelek hunermendên navdar ên herêmê ji bo piştgirî û domdariya vê dibistanê cihê xwe bigirin.