Stoltinbêrg: Welatên endamên NATOyê derbarê bakûra Sûriya nakok in

Sekiretêrê giştî yê NATO ragehand, hêj nakokî hene di navbera welatên endam derbarê bakûra Sûriyê.

K24- Hewlêr

Sekiretêrê giştî yê NATO ragehand, hêj nakokî hene di navbera welatên endam derbarê bakûra Sûriyê.

Yenis Stoltinbêrg, sekiretêrê giştî yî NATOyê (Hevpeymanîya Bakûra Etlesî) ragehand, hêj rewşa Bakûra Sûriya ne arame û girçine (zehmete) bi sedema evê yekê jî nakokî di navbera welatên endam de hene

Got jî: Hevdem tekezîyê li ser giringîya destekvtan û piştîvanîya karê Neteweyên Yekgirtî dikin bi armanca dîtina çareyeke sîyasî ya berdewam bo Sûriya.

Herweha dûpat kir, ku welatên endam di NATOyê de tekez kirîne li ser giringîya bihêzkirina kar li dijî Daişê.