James Jeffrey: Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya bakurê rojhilatê Sûriyê kiriye.

James Jeffrey şanderê serokê Amerîka ji bo hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê di kongirekî rojnamevanî de ragehand ku di warê siyasî û lojistî de Herêma Kurdistanê gelekî piştevaniya bakurê rojhilatê Sûriyê kiriye.

K24- Hewlêr

Herwiha James Jeffrey ragehand ku Hêzên Sûriya Demokrat  kêlgehên petrolê birêve dibin. Derbarê aloziyên di navbera hêzên Amerîkî û polîsên serbazî yên Rûsî li wê deverê  got ku  tenê aloziyên biçûk in û hemahengiya wan  li ser asta bilind berdewam e.

Derbarê bizavên Daişê, Jeffrey got: Çalakîyên Daişê li Îraqê parêzgehên Dîyala û Kerkûkê zêde bûye, herweha li başûrê çemê Furatê jî li Sûriya Daişê hinek xwe rêkxistîye.

Jeffrey amaje bi wê yekê jî kir, ku li Kurdistanê hêzên Emerîkayê di paraztîne bi hevberkirin li gel deverên din yên Îraqê û Kurdistan bo Emerîka û Hevpeymanan devereka aram bûye.

 Derbarê Îraqê jî, Jeffrey ne veşart ku bi nerîna wan Îraq ji alîyê Îranê ve hukim têt kirin.