Çima Erdogan hevdîtina bi Bolton re red kir?

Ligor medya Amerîkî rawestgeha duyem a hevdîtinê dê ligel Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bû. Lê, wekî xûya dike, di dema civîna Bolton – Kalin de, Erdogan telefonî Kalin dike...

K24 – Nûçe-Analîz

Cemal BATUN

Seredana Şêwirmendê Encûmena Asayişa Neteweyî yê Amerikayê John Bolton îro, nûçeyek sereke ya medya cîhanî bû.

Şand a ligel Bolton jî, şandek di astek bilind de bû – Serfermandarê Leşkerî yê Amerikayê Joseph Dunford, herweha Nûnerê taybet ê Amerika di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞ de James Jeffrey.

Seredana xwe ya yekem Bolton ligel Peyvdarê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin pêkanî. Sekna her du welatan di Krîza Sûriye de, babetên hevbeş û nakok, pêwendiyên serbazî, helwêsta Amerika girêdayî kirîna mûşekên S400 ên Tirkiye ji Rûsyayê û h w d…

Ligor medya Amerîkî rawestgeha duyem a hevdîtinê dê ligel Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan bû. Lê, wekî xûya dike, di dema civîna Bolton – Kalin de, Erdogan telefonî Kalin dike, silavên xwe arasteyî Bolton dike û dibêje ku: Jiber axaftina wî li Parlementoya Tirkiye heye, ew nikare pêşwaziya Bolton bike.

Di axaftina xwe ya Parlementoyê de, Erdogan rexneyên giran li helwêsta Şêwirmendê Encûmena Asayişa Neteweyî yê Amerika dike û dibêje: pêwîst nekir ew bi Bolton re bicive, jiber ku muhattabê Boldton – Kalin e.

Herweha “Opozisyona Tirkiye” jî rexneyan li sekna Bolton girêdayî Operasyona Tirkiye û rojhilatê Firatê û parastina Kurdan dike.

Şanoyek ku wekî rol hatî diyarkirin, li Enqere hate lîstin!...

Guman jê re nîn e ku, Tirkiye/Erdogan dibîne ku, Bolton, Pompeo û birêvebirên din ên Waşingtonê di biryara piştgiriya Kurdan li rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê de xwedî bandorek bûn e. Helwêsta beramberî vê jî, bi hişkahiya “diplomasî û ne-hevkariya liser erdê” diyar dike. Enqere dixwaze her bîne bîr a Amerika – bijarde lipêş min hene. Ger tu berjewendiyên min negre ber çav – ez dê ligel bijardeyên din tevbigerim!...

John Bolton bêyî ku Kongreyek rojnamevanî jî bigire, 2 demjimêran piştî hatina xwe, ji Tirkiye diçe. Ev helwêsta “diplomatîk” a Tirkiye/Erdogan, dê çi encaman di pêwendiyên Waşington – Enqere de lipey xwe bîn e, rojên nêzîk dê diyar bikin.

Dibe ku bi twittek Serok Trump – naveroka pêwendiyên Tirkiye – Amerika xûya bibe.

Tiştek diyar e! Helwêsta Tirkiye û Amerika biser hemû“ hewldanan” jî, di Krîza Sûriye de dûrî hevûdu dimîn e.